Parlamenterê Iraqê Cewad Bolanî: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar anîne

Parlamenterê Iraqê Cewad Bolanî ragihand ku li gorî raporan Tirkiye li Herêma Başûrê Kurdistanê çekên kîmyawî bikaraniye. Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê jî diyarkir ku divê Hikumeta Iraq, ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê û Îranê yên li dijî herêmê desthilatiyên di destê xwe de bikarbîne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dikin.

Dewleta dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayan rabigre, çekên kîmyawî bikartîne.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Cewad Bolanî, derbarê êrişên dewleta Tirk de ji Rojnews re axivî.

Cewad Bolanî êrişên dewleta Tirk ên ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar kir û got:

Parlamentoya Iraqê wê li dijî êrişên kimyewî bicive

“Li gorî raporên ewlekarî yên taybet, derdikeve holê ku Tirkiye li Herêma Başûrê Kurdistanê çekên kîmyawî û qedexekirî bikaranîne.

Ev jî binpêkirinek mezin ya yasayên navnetewî ye.”

Cewad Bolanî da zanîn ku 22`yê Mijdarê dê parlamentoya Iraqê der barê êrişên dagirkeriya Tirk de, bi amadebûna Wezîrê Derve yê Iraqê kom bibe.

“Divê Iraq ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê erka xwe pêk bîne”

Şaxewan Ebdulah diyar kir ku divê Iraq ji bo rawestandina êrişên Tirkiye û Îran yên li ser herêmê, desthilatdariya xwe bikarbîne û wiha got: “Pêwîste Herêma Kurdistan jî ji bo civaka navnetewî derbarê binpêkirina serweriya Iraqê de agahdar bibe, pêşengiyê bike.

Êrişên Îran yên li ser Koyeyê bi xwe re nerazîbûnên nanxweyî û navnetewî anî û welatên Ereb, Ewrupa û Emerîkayê ew şermezar kirin.

Lê hîn jî êriş û gef dewam dikin.”

Back to top button