Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şevê din bê ser û ber êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi deherzaran ji şêniyên herêmê li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk rabûn. Şêniyan li dijî êrişên dagirkeriyê peymana berxwedan û tekoşînê li gorî şerê gel ê şoreşgerî dan.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li dijî êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk daketin qadan û bertek nîşan dan.
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo û navçeyên wê li dijî êrişên delweta Tirk a dagirker daketin qadan.
Şêniyan diyar kirin ku êrişên dagirkeriyê israra wan ya berxwerdan û tekoşînê û parastina destkeftiyê şehîdan zêde dike.
Şêniyên Kontona Hesekê û navçeyên wê jî li dijî êrişan daketin qadan.
Êrişên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê hat şermezar kirin.
Şêniyên herêma Firatê li dijî êrişan piştgiriya hêzên QSD kirin
Li Herêma Firatê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî bi heman armancê gel li qadan bû.
Şêniyan piştgirî dan Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û dan zanîn ku ew ê li rex hêzên xwe bin û bersiva êrişan bidin.
Li Dêrazorê jî êrişên dewleta Tirk hatin şermzarkirin.
Li herêma Efrîn, Minbic û Helebê jî gel li qadan bû
Şêniyên herêma Efrînê jî li dijî êrişan meşiyan.
Şêniyan li dijî êrişên dagirkeriyê peymana berxwedan û tekoşînê li gorî şerê gel ê şoreşgerî dan.
Şêniyên Minbicê jî êrişên dewleta Tirk şermzar kirin.
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî êrişan meşiyan.
Şêniyan bang li civaka navneteweyî, NY û Rêxistinên mafên Mirovan kirin ku destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin.