Cenazeyê 41 Êzidiyên serdema fermanê li Şengalê hatin veşartin

Doh 41 cenazeyên qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di dîrokê cuda de ji gorên komî de li hatibûn veşartin, hatin derxistin û li Şengalê hatin veşartin.
Xizmên şehîdan ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin: “Her cara ku cenazeyên şehîdên me bi vî awayî ji me re tên, fermana 3’yê Tebaxê li me nû dibe.”

Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek kuştin, ferman û komkujiyan hatine.

Herî dawî di 3’ê tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çiyayî şengalê kirin û fermana 74’an pêk anî.

Di dema fermanê de 6 hezar û 417 kes hatin revandin û aqûbeta zêdetirî 2 hezar û 600 kesî heta niha nayê zanîn.

Ji ber hejmara kuştiyan pir zêde bû ew di gorên komî de hatin veşartin.

Ji ber vê yekê tê payîn ku beşekî mezin ji kesên winda di nava gorên komî de bin.

Tenê li Şengalê 92 gorên komî hatine dîtin

Heya niha ji bilî gorên takekesî, tenê li Şengalê 92 gorên komî hatine dîtin.

Ji 15’ê Adara 2019’an ve ji aliyê tîmên vekirina gorên komî a ser bi saziya şehîdan a Iraqê dest bi vekirina gorên komî yên Şengal û derdora wê kirin.

Lê heta niha tenê 55 gor hatine vekirin ku di nava wan goran de cenazeyê 242 kesan hatine dîtin.

Ji van gorên ku hatine vekirin ji hezar û 32 şehîdan, tenê testa DNA’ya 242 an hatine çêkirin û ji bo malbatên wan yên li Şengalê hatine şandin.

Di vê çarçoveyê de doh 41 cenazeyên qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku di dîrokê cuda de ji gorên komî de li hatibûn veşartin, hatin derxistin.

Piştî testa wan a DNA’yê li Bexdayê bi dawî bû û nasnameyên wan hatin eşkerekirin bi merasîman li gundê Solax yê li Şengalê hatin veşartin.

Nîsan Hesen: Hikûmeta Iraqê pir xemsare

Nîsan Hesen a ku di fermanê de 20 kes ji malbata wê hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin wiha got:

“Her cara ku cenazeyên şehîdên me bi vî awayî ji me re tên, fermana 3’yê Tebaxê li me nû dibe.”

Parêzer Nezar Berces jî anî ziman ku tevî derbasbûna 9 salan bi ser fermanê re heya niha tenê nasnameya hin şehîdan hatiye eşkere kirin.

Azad Hisên jî diyar kir ku divê ew baş bifikirin bê sedemên çêbûna van gorên komî çi ne.

Back to top button