Li Bakurê Kurdistanê îro bi milyonan kes ji bo azadiya Rêber apo li qadan bûn

Li gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî Cejna Newrozê bi coş û xirûşek mezin hate pîroz kirin. Li bajarê Agirî, Cizîr, Gever, Wêranşar, Sêrt, Nisebînê û gelek navendên din bi milyonan kes ji bo pîrozkirina Newroza Azadiya Rêber Apo li qadanbûn.

Yek ji bajarên pîrozbahiya Newrozê ku bi coş hate pîrozkirin bajarê Agirî bû.

Wekî bajarên din gelê Agirîyê jî guh neda sir û seqemê û herikîn qada Newrozê.

Bi destpêkirina pîrozbahiyê re mevanên bernameyê avixîn û peyamên xurtkirina têkoşînê dan

Li Cizîra Botan jî, welatî bi salvegera 30’emîn a ruhê Newroza sala 1992’yan herikîn qadê.

Ji zarokan heta kal û pîran xelkê Cizîrê bi cilên xwe yên netewî qad reng û reng xemilandin.

Bi pêxistina agirê Newrozê re, Botaniyan govenda azadiyê gerandin.

Yek ji navçeyên berxwedanê Gevera Colemêrgê jî bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz hate pîrozkirin.

Tevî hewaya sar jî xelkê geverê bi coş û kelecana Newrozê qada pîrozbahiyê tejî kirin.

Welatî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” carek din
xwedî li vîna xwe derketin.

Li navçeya Wêranşarê a Rihayê jî ji 7 salî heta 70 salî berê xwe dan qadê û Newroz bi coş pîroz kirin.

Bi deh hezaran welatiyên Wêranşarê, azadiya Rêber Apo xwestin.

Di pîrozbahiya Newroza Sêrtê de jî bi hezaran kes herikîn qada Newrozê.

Xelkê Sêrtê cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û qada Newrozê rengîn kirin.

Bi hezaran kesan li qada pîrozbahiyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Coşa Newrozê li Nisêbîna rengîn jî ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir.

Xelkê Nisêbînê bi cil û bergên xwe yên kurdî herikîn qada Newrozê û bi kêfxweşiyek mezin cejna Newrozê pîroz kirin

Back to top button