Newroz li Qendîlê bi beşdariya hezaran bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Qendîlê jî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Ji başûr û parçeyên din yên Kurdistanê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Malbatên şehîdan agirê Newroza pêxistin. Herwiha di pîrozbahiya Newrozê de peyam hatin xwendin û hunermendan stran gotin.

Li binarê Qendîlê Newroza îsal bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes tevlî şahiyê bûn..

Agirê Newroza Qendîlê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin.

Di newrozê de hunermend derketin ser dikê û welatî bi germahî tevlî şahiyê bûn..

Di Newroza Qendîlê de li ser standan pirtûkên Rêber Ocalan hatin danîn.

Zêdetirî 20 pirtûkên cûda yên Rêber Ocalan li ser standan hatine danîn û rastî eleqeyek mezin hat.

Şahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button