Bi hezaran kesên ku îro ji gelek deverên başûrê Kurdistanê berê xwe dan Newroza Qendîlê ji aliyê hêzên PDK’ê de rastî astengiyan hatin.
Bi hezaran kesên ji Hewlêr, Dihok û gelek bajarên din ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin berê xwe dan Qendîlê.
Lê welatî rastî astengiya PDK’ê hatin û PDK’ê rê li wan girtin.
Çekdarên PDK’ê li seytereyan çûyîna welatiyan a Newroza Qendîlê astengkirin û hewldan ku nehêlin tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, kesên ku derbas bûn jî, nasnameyên wan jê hatin girtin û hejmara pîlaqeya wesayîtên wan hatin qeydkirin.