Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê zirarên ku gihîştine nexweşxaneya Miştenûrê aşkera kirin û got:“Nexweşxane bi temamî ji xizmetê derketiye.”
Nexweşxaneya Miştenûrê duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê li pêşiya wê nexweşxaneyê daxuyaniyek da û got:
“Ji ber êrişên dagirkeriya nexweşxane bi temamî ji xizmetê derket.”
Di daxuyaniyê de hedefgirtina binesazî û sivîlên herêmê û saziyên xizmetguzariyê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ew hedefgirtin li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.
Desteya Tenduristiyê bang li komele û rêxistinên navneteweyî bi taybetî Xaça Sor a Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku erkên xwe yên mirovî pêk bînin.
Her wiha Desteyê bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî jî şermezarkir.