Artêşa Tirk a dagirker di navbera 2 saetan de li Kobanê, Qamişlo û Amûdê 10 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kirin.
Di danê piştî nîvro de dagirkeriya Tirkiyê bi dronan 7 bendên kontrolê yên li Kobanê bombardiman kir.
Êvarê jî 2 bendên kontrolê yên dikevin rojhilat û başûrê Amûdê hatin hedef girtin.
Bi heman awayî li Qamişlo jî bendên kontrolê hedef hate girtin.
Bi giştî artêşa Tirk a dagirker di navbera 2 saetan de li Kobanê, Qamişlo û Amûdê 10 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kirin.
Her wiha dagirkeran di danê êvarê de jî gundên li Şehba û Efrîna dagirkirî jî bombardiman kirin.