Dema pûtîn û Erdogan rûniştin, li Idlibê şer dijwar bû

Hemwextî serdana Serokê Rûsyayê ya Tirkiyê, li gundewarê Idlibê di navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî de şerekî dijwar rû da.

Di encamê van şeran de ji her du aliyan herî kêm 31 kes hatin kuştin.

Her wiha NY jî ji ber rewşa li Idlibê dilgiraniya xwe anî ziman û rewşa Idlibê weke karesatekê bi nav kir.

Piştî serdana serokê Rûsyayê Viladîmir Putin a Şamê, yekser Putin berê xwe da Enqereyê û bi serokkomarê Tirk Erdogan re rûnişt.

Hat ragihand ku civîna her du aliyan bi awayekî girtî, nêzî saetek û nîv dewam kir û her du aliyan rewşa li herêmê û şerê li Idlibê gotûbêj kirin.

Lê hemwextî civîna Putin û Erdogan li Idlibê şer gurtir bû û çeteyên dewleta Tirk li ser erdê bi pêş ketin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
JI REJÎM Û ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 31 KES HATIN KUŞTIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyan li bejahiya gundewarê Idlibê êrîşî hin cihên rejîma Sûrî kir û gundên Semka, Bersa û Medmûmayê kontrol kirin.

Hat diyarkirin ku di encama vî şerî de 19 leşkerên rejîmê û 12 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Rejîma Sûrî jî bajarê Meret Numan bi dehan moşekan kir hedef.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
NY: REWŞA IDLIBÊ KABÛS E

Li aliyekî din ji ber rewşa mirovî ya li Idlibê NY dilgiraniya xwe nîşan da.

Cîgirê Rêveberê Karûbarên Mirovî yê aloziya Sûrî Mark Cutts diyar kir ku hejmara koçberan ji ber şerê li Idlibê zêdetir dibe û rewşa Idlibê weke karesatekê bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button