Besê Hozat: Komploya li hember Rêber Apo komploya li hember ciwantiyê ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku ji bo derbeyek mezin li komployê bikeve, divê faşîzm were hilweşandin û got:”Têkoşîna li dijî pergala tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê, têkoşîna li dijî komployê ye. “

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, derbarê komploya navneteweyî ya li hember Rêber APO, nirxandin kir.

Besê Hozat di destpêkê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û hêzên komploger şermezar kir û got;

“Komploya Navneteweyî bi gel re, jin û ciwanên Kurd re hişmendiya naskirina dijmn geş kir.

Komployê da nîşan ku em ne leqayî dijminekî metînger ê klasîk in.

Metîngeriya qirker, dixwest ku Kurdan siyasi, çandî, civakî, aborî, ekolojîk û fiziki tevahî di qirkirinekê re derbas bike. Têkoşîna li dijî Komployê Gelê Kurd ji her alî vir bi pêş xist.”

Hozat diyar kir ku rihê PKK’ê rihekî ciwan e û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“‘Rêber Apo nasnameya azad a ciwantiyê ye. Têkoşîna 50 salî ya PKK’ê wek têkoşîna ciwantiyê dest pê kir û wisa didome. Di kesayeta Rêber Apo ya şoresger de ruhê PKK’ê ruhekî ciwan e. Çalak, berhemdar, herikbar, dageriner, bandorker û kaşker e.Rêber Apo ye, yê ku ciwantiya Kurd ji nav pencikên metîngeriya qirker derxistiye ye. Komploya ku li hember Rêber Apo hatî kirin di heman demê de komployeke li hember ciwantiyê ye.”

Besê Hozat: Têkoşîna li dijî pergala tecrîdê, têkoşîna li dijî komployê ye

Hoza da xuyakirin ku têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî komployê û wiha domand:

“Li ser Rêber Apo zexteke giran tê kirin. Êrîşên şerê taybet û psîkolojîk li Îmraliyê tê pêş xistin.

Divê li dijî wê pir bi hêz têbikoşin. Têkoşîna li dijî pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê têkoşîna li dijî komployê ye.

Têkoşîna li dijî komployê, têkoşîna jin û ciwanan a xwedîderketina li jiyana xwe ya demokratîk û azad e.”

Besê Hozat: Dema ku faşîzm hilweşe, wê komplo derbeyek mezin bigre

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dawiyê de got:

“Destên qirêj ên bi xwîn, ên ku digihêjin Kurdan,divê ciwan hemen bişikîne.

Hemû ciwanên Kurd, divê xwe wek hêzên parastina gel bibînin, bi vê feraset û mîsyonê xwe bi rêxistin bikin û tevbigerin.

Niha têkoşîna herî xurt a li dijî komployê, têkoşîna li dijî faşîzm û faşîstan e. Dema ku faşîzm hilweşe komplo wê derbeyek mezin bigire.”

Back to top button