Li Stenbolê 4 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê, di operasyona qirkirina siyasî ya li dijî rêveberên HDP’ê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan de, 4 kes hatin binçavkirin.

Li Sultanbeylî ya Stenbolê, li dijî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) operasyona qirkirina siyasî hate kirin.

Hevserokê Navçeya Sultanbeylî û 3 rêveberên komeleyê hatin binçavkirin.

Polîsên AKP’ê rojane operasyonan bi taybet li dijî alîgirên HDP’ê pêk tînin û beyî sedeman nîşan bidin, her kesê muxalif binçav dikin.

Back to top button