Kuştina Kemal Korkut..Li Tirkiyê ji bo Kurdna hiqûk nîne

Dema mijar dibe Kurd, li Tirkiyê edalet û maf hemû bê wate dibin. Ev rastî careke din bi biryara dadgeha Amedê ya der barê kuştina Kemal Korkut de, derket holê. Tevî ew qas dîmen, Polîsê ku Kemal Korkut kuşt, hate bedan. Rojnamevanê ku rastiya bûyerê derxist holê jî bi cezakirina 20 salan tê darizandin.

Sal 2017.. Roja Newrozê, cejna vejîna gelê Kurd bû.

Kemal Korkut jî weke ciwaneke Kurd ji bo vê roja vejînê li paytexta Kurdistanê pîroz bike, li Semsûrê berê xwe dide Amedê.

Lê polîsên faşîst ên dewleta Tirk bi hinceta guman li ser heye, Kemal Korkut di têketina qada Newrozê de radiwestînin û jê dixwazin xwe tazî bike.

Lê Korkut vê daxwazê ji bo xwe weke bêrûmetî, heqaret dibîne û li dijî daxwaza polîsên devbixwîn derdikeve û dibêje:

“Ez ê tenê qemîsê xwe derxînim û tenê di destê min de av heye”.

Korkut pişta xwe dide polîsên devbixwîn û hewl dide ji wan dûr bikeve.

Lê polîsên faşîst ên ku bi kuştina Kurdan kêfxweş dibin, bêyî dudil bibin, li ber çavên hezaran însan, Korkut dikujin.

Piştî bûyerê wekî hertim Waliyê Amedê derket daxuyaniyek da û got wan keseke dixwest xwe di nav girseya Newrozê de biteqînê, bêbandor kiriye.

Lê vê carî rastî di tarîtiyê de nema.

Dema rageşî di navbera polîs û Korkut de derdikeve, rojnamevanê ajansa nûçeyan “Mezopotamyayê” Abdurahman Gok kêlî bi kêlî çawa Korkut tê kuştin fotoyê wî dikişîne û bi raya giştî re par ve kir.

Piştî rastiya bûyerê derket holê, polîsên Erdogan ên faşîst yekser Abdurehman Gok binçav kir û niha bi cezakirina 20 salan tê darizandin.

Lê weke xelat, Dadgeha Amedê duh polîsê kujer ê bi navê Y.Ş doz hatibû vekirin, berda.

Li vir jî em dibînin ku polîtîkayên qirkirina Kurdan wê neqedin.

Dema kujer Tirk be û kesên were kuştin Kurd be, li Tirkiyê ti wateya edalet û hiqûqê nîne.

Balkêş e ev biryar jî piştî daxuyaniya Erdogan a ku digot “em ê di hiqûqê de hin reforman bikin”, pêk hat.

Di her halî de, reforma Erdogan jî ev e….

Back to top button