Li Iraqê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl birîndar bûn

Balyozxaneya Amerîkî ya li herêma Kesk a Bexdayê duh bi şev hat armanckirin. Di encamê de, zarokekê jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a artêşa Iraqî ragihand ku 4 mûşek li herêma Kesk a Bexdayê, 3 jî li derdora wê ketin.

Di encamê de, zarokekê jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hin mûşek berî ku bigihîjin avahiya Balyozxaneyê, ji aliyê pergala C-RAM hatin bêbandorkirin.

Artêşa Iraqî diyar kir ku ev mûşek, ji taxa El-Emîn a duyem a herêma Elf Dar a li Bexdaya nû hatine avêtin.

Ev êrîş hewextî biryara Amerîka ya kêmkirina jimara leşkerên xwe li Iraq û Efxanistanê, pêk hat.

Li gorî agahiyan, çekdarên ku navê “Eshab El-Kehf” li xwe dikin, êrîş girtiye ser xwe, bi taybet piştî ku hin endamên wê li bajarê Felûcayê hatin girtin.

Komeke alîgirên Îranê, berî niha girtina êrîşên bi-mûşek yên li dijî hêzên Amerîkî ragihandibû.

Back to top button