Riyad Derar: MSD’ê dawiya vê mehê wê Kongreya xwe ya Netewî li dar bixe

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku MSD’ê amadekariyên lidarxistina Kongreya Netewî ya şêniyên Cizîr û Firatê, dike.

Riyad Derar anî ziman ku tevî azar, zehmetî û ambargoyê, ev kongre ji bo pêvajoya aramî û avakirinê girîng e.

Riyad da zanîn ku kongr wê di dawiya vê mehê de pêk were û rewşa siyasî, leşkerî, rêveberî, perwerdeyî û xizmetguzariya herêmê were nîqaşkirin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawiyê de ev hêvî kir ku serkeftineke mezin di vê kongreyê de çêbibe, da tevahî çînên civakê destkeftiyên xwe nas bikin.

Berî niha ji bo nûkirina modela Rêveberiya Xweser, 13 komxebat bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatibûn lidarxistin û hemû pêkhateyan cihê xwe di nava wan de hatibûn girtin.

Back to top button