Peyama KCK’ê û KJK’ê ji bo mîtînga Kolnê

Koordînasyona KJK’ê û KCK’ê jî ji mîtînga mezin a Kolnê re peyam şandin.
Di peyamê de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Di mîtînga mezin a ku li bajarê Koln ê Almaniyayê hate lidarxistin de peyamên KJK’ê û KCK’ê hatin xwendin.

KCK: Em bi hev re dimeşin, em ê bi ser bikevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyamê de beşdarên mîtîngê silav kir û got:

“Em bi navê Koma Civakên Kurdistanê we hemûyan ji çiyayên Kurdistanê bi dilekî germ silav dikin.

Di 25. salvegera komloyê de ev meş û mitînga we ya bi heybet, bersivek mezine ji hemû komplogeran re.

Em bawer dikin ku em ê bi vê hest û têkoşînê ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînên û Rêber Apo û hevalên wî azad bikin.”

KCK’ê bang li hemû hêzên cihanî kir ku dengê gelê Kurd, dengê dostên Rêber Apo bibihîsîn, hevkariya dewleta Tirk nekin û li hember vê bê dadiyê derkevin.

KJK’ê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her kesî kir

Koordînasyona KJK’ê jî di peyama xwe de balkişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo.

KJK’ê diyar kir ku divê li hember komployê têkoşîn were bilindkirin û got:

“Li hemberî vê komploya qirêj ku roja qirkirinê ya Kurdan û jinan e, Rêber Apo çareseriya Modernîteya Demokratîk destnîşan kir.

Rêber Apo destnîşan kir ku rêya esasî ya civakeke demokratîk jî xwe dispêre şoreşa azadiya jinê û şoreşa ekolojîk.

Lewma divê em di vê çarçoveyê de têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo Azad bikin.”

KJK’ê bang li tevahi gel bi taybetî jin û ciwan kir ku li dijî komploya navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rihê seferberiyê tekoşîna xwe di asta herî bilind de pêk bînin.

Dostên Kurdan ên ku beşdarî meşa Kolnê bûn peyamên piştgiriyê dan

Back to top button