PJAK bi boneya salvegera damezrandina partiya xwe daxuyaniyek da

PJAK bi boneya salvegera damezrandina partiya xwe daxuyaniyek da û got:
“Di van salên dawî de ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û gelên Îranê, li ser bingehê konfederalîzma demokratîk, Me nexşêreyek pêşkêş kir.Em ê ji bo pêkanîna eniyek hevbeş û yekîtiya hêzên siyasî û civaka Rojhilatê Kurdistanê û ji bo çareseriya pirsgirêkan û bicihkirina sîstema nû ya rêveberiya li Îran û Rojhjilatê Kurdistanê, gavan bavêjin.”

Di 4’ê Nîsana 2004’an Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK li çiyayên Kurdistanê hat damezrandin.

PJAK bi boneya salvegera damezrandina partiya xwe daxuyaniyek da.

PJAK armanca damezrandina partiya xwe nirxand û got:

“Çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya Rêveberiya Xweser a demokratîk, pêşxistina jiyana azad û demokratîk li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hatiye damezrandin.”

PJAK’ê ji destpêka damezrandina xwe ve hem di aliyê siyasî û leşkerî de, karî xwe li hemû herêma Rojhilatê Kurdistanê bicih bike û xelkê bi rêxistin bike.

Her wiha di demek kurt de karî di aliyê siyasî de, li ser asta Kurdistan û Îranê xwe weke hêzekê bide nasîn.”

PJAK diyar kir ku wan di sala 2011’an de karî hemberî artêş û pasdarên Îranê şer bikin û Îran neçar ma agirbest îlan bike û wiha domand:

“Di wan deman de di rêya azadiya ji bo gelê Kurd de, gelek şehîdên PJAK’ê çêbûn.

Gelek endam û alîgirên me di zindanên Îranê de ne.

Her wiha bi dehan Rêveber û endamên me ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

PJAK niha beşek ji Komelegeya Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê-KODAR ye.”

“Me ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û gelên Îranê nexşêreyek pêşkêş kir”

PJAK destnîşan kir ku wan di van salên dawî de ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û gelên Îranê, li ser bingehê konfederalîzma demokratîk, nexşêreyek pêşkêş kir.

“Em ê ji bo yekîtiya hêzên siyasî û civaka Rojhilatê Kurdistanê gavan bavêjin”

PJAK di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em ê ji bo pêkanîna eniyek hevbeş û yekîtiya hêzên siyasî û civaka Rojhilatê Kurdistanê û ji bo çareseriya pirsgirêkan û bicihkirina sîstema nû ya rêveberiya li Îran û Rojhjilatê Kurdistanê, gavên mîsoger bavêjin.”

Back to top button