Hikumeta Şamê: Kêmhejimara nexweşan li Sûriyê nayê wateya dilrehetiyê

Hikumeta şamê careke din hişyariya xeteriya vîrûsa Coronayê li Sûriyê da û teqez kir ku hejmara kêm a kesên li Sûriyê bi vîrûsê ketine nayê wateya nebûna xeteriyê.

Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Nîzar Yazicî di kongreke çapemeniyê de hişyarî da û got:

Jimara kêm a kesên bi vîrûsa Coronayê li Sûriyê nayê wateya dilrehtî û nebûna xeteriyê.

Nîzar Yazicî diyar kir ku kesên heta niha li herêmên wan bi vîrûsê ketine hemû ji derveyî Sûriyê hatin û ne dûr e ku van kesan, hin kesên li derdora xwe bi vîrûsê xistibin.

Yekşema borî wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 3 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê li herêmên jêr hikumeta Şamê hatine tomarkirin.

Bi vê yekê jimara kesên ku li herêmên hikumeta navborî bi vîrûsê ketine gihaştibûn 19 kesan.

Heta niha 2 ji wan mirine û 2 jî rehet bûne.

Back to top button