PDK ji bo piştevaniya dagirkeriya Tirkiye hêzên li dijî gerîla bicih dike

Dewleta Tirk a dagirker ku di şerê li dijî gerîla de, bin ketiye hewil dide bi hevkariya PDK’ê xwe ji vê binketinê xilas bike.
Lewma Hêzên Zerevaniyê yên girêdayî Mesrûr Barzanî hewil didin li herêmên gerîla bi taybetî li Duhok û Şêladizê bi cih bibin.

Artêşa Tirk a ku bi taybetî di nava van 10 salan de li dijî herêmên gerîla şerekî bênavber dimeşîne, li tevahiya Kurdistanê siyaseta dagirkerî, talan û desteserkirinê pêk tîn e.

Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk a ku di nava hewildanê dagirkeriyê de ye, hewl dide PDK’ê û dewleta Iraqê jî bike amûrên siyaseta xwe.

Dagirkeriya ku li hember berxwedana gerîla binketiye, vê carê bi taybetî dixwaze bi desteka PDK’ê hêviyên xwe pêk bîne.

Di rojên dawî de sewqiyata leşkerî ya ji bo herêmên gerîla di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de gelekî zêde bûye.

Her çendî di nûçeyên hin çapemeniyan de tê gotin ku ev tevgera leşkerî li ser navê dewleta Iraqê hatiye kirin jî, daneyên li herêmê cihek din nîşanî me dide.

Hêzên PDK’ê daxwaza serkeftinê ji dagirkeriya Tirk re dikin

Hêzên ku hewil didin li herêmên gerîla bi taybetî li Duhok û Şêladizê bi cih bibin, hêzên Gulan û Parastin û Zerevaniyê yên girêdayî Mesrûr Barzanî ne.

Bi vê yekê re jî careke din bi awayekî zelal, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re eşkere bû.

Back to top button