PDK hêzeke mezin li Amêdiyê bicih kir

PDK’ê di bin navê Hêzên Parêzvanên Sînor yên Iraqê de li devera Amêdiyê ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê hêzeke xwe bicih kir.

Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê li ser navê Hêzên Parêzvanên Sînor yên Iraqê li devera Amêdiyê ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê hêzeke xwe bicih kir.

Li gor agahiyên herêmî, PDK li ser navê Hêzen Parêzvanên Sînor yên Iraqê îro di saetên êvarê de ev hêz li herêmê bicih kiriye.

Herwiha şeva 20’ê Sibatê ya jî hêzeke fowca 4’emîn ya girêdayî Hêzen Parêzvanên Sînor yên Iraqê ku di bingeh de hêzên PDK’ê ne, xistin liv û tevgerê û li gundê Serzêrê yê sînorê bajarokê Kanî Masê ya girêdayî parêzgeha Duhokê bicih kirin.

Herwiha balafirên şer yên dewleta Tirk heman şevê çend deverên parêzgeha Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin û di encamê de 2 welatî şehîd û yek jî birîndar bû.

Di nava du mehên borî de rêzehevdîtin û serdanên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên ewlekarî û siyasî yên Iraqê pêk hatin.

Li gorî medya û pisporan armanca van serdanan ewe ku dewleta Tirk dixwaze li ser hinek deverên Herêma Kurdistanê êrişên nû yên dagirkeriyê bide destpêkirin.

Ji bo vê dixwaze Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê jî beşdarî vî şerî bike.

Erdogan û Barzanî li Dubaiyê civiyan

Yaşar Guler bi Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re civiya

Back to top button