QSD: Li gundewarên Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

QSD’ê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de, li gundewarên Dêra Zorê, çeteyek girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokartîk QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan yên taybet li Dêrazorê çeteyekî şaneyên DAIŞˊê girt.

QSD’ê diyarkir ku şervanên wan 21’ê Sibatê li gundê Elbo Nîtêl bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî oprasiyonek ewlehî pêk anîn.

Di encamê de çeteyê bi navê Hisên Newaf El Hisên hat girtin.

Bi çete re, 4 telefon, çekek kalaşnikov, 8 carcorên wê, bombeyeke destan û miqdareke mezin hat desteserkirin.”

Navendê dazanîn ku çeteyê navborî êriş û kiryarên terorane yên armanckirina saziyên sivîl û leşkerî pêk dianî.

Di dawiyê de navendê diyarkir ku ew ê oparasyonên xwe yên têkbirina şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin.

Back to top button