Artêşa dewleta Tirk bi çekên giran gundên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirk di saetê şevê gundên Semûqa, derdora Bendava Şehbayê, Um El-Hoş û Herbelê yên kantona Şehbayê bi doçka û obîsan topbaran kirin.
Her wiha duh jî di saetên şevê de Artêşa Tirk û çeteyên wê bi hawnan gundê Malikiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.
Rojek derbas nabe ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşan li ser kantonên Efrîn û Şehbayê pêk neynin.