Amerîka jimarek balafirên F-35 dişîne sûriye û herêma Rojhilata Navîn

DYA ragihand, ji bo destekdayîna hêza esmanî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkî li herêmê, jimarek balafirên F-35 gihîştin Rojhilata Navîn.
Gelek ji wan jî bo Sûriyê hatine şandin.

Ev yek piştî zêdebûna binpêkirinên balafirên şer ên Rûsî li dijî balafirên Amerîkî li esmanê Sûriyê pêk tê.

Berdevkê Hêzên Esmanî yên Navendî Mike Andrews bi daxuyaniyekê diyar kir, belavkirina van balafiran, pabendiya Amerîka bi parastina aştî û ewlehiya herêmê, bi rêya destekdayîna deryayî û destekdayîna Koalîsyonê ji bo têkbirina DAIŞ li Sûriyê, nîşan dide.

Piştî ku Îranê hewil da çend keştiyên bazirganiyê yên li kendavê desteser bike, Pentagonê hefteya borî şandina F-35 bo Rojhilata Navîn ragihand.

Her wiha di vê meha Tîrmehê de, li esmanê Sûriyê, hêzên esmanî yên Amerîka û Rûsya bêhtirî 5 caran rûbirûyî hev bûn û alozî di navbera wan de derket.

Balafirên F-35 dikarin destekê bidin hêzên esmanî yên Amerîkî li Sûriyê û rê li ber êrîşên esmanî yên dijber bigirin.

Li Sûriyê nêzî 900 leşkerên Amerîkî li ser erdê hene ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de, hevkariyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’e re dikin.

Back to top button