Li bendera Lazîqiyê di keşteyekê de teqînek rû da

SOHR`ê ragihand ku li bendera Lazîqiyê di keştiyeke bazirganiyê de teqînek pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê -SOHR’ê diyar kir ku li bendera Lazîqiyê di keştiyeke bazirganiyê de teqîn çêbûye.

SOHR`ê destnîşan kir ku di encama teqînê de kuştî çêbûne û zirarên madî yên mezin rû dane.

Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê jî got li keştiya bazirganiyê di dema restorekirinê de şewat detketiye.

Li gorî Sana, di şewatê de hejmareke xebatkar birîndar bûne.

Back to top button