Di encama şerê li bakurê Çadê de Deby hat kuştin

Serokomarê Çadê Idrîss Deby Itno yê di eniya şerê li bakurê welat de birîndar bûyî jiyana xwe jidest da.

Berdevkê Artêşa Çadê bi rêya televsiona netewî ragihand ku serokomar Itno yê 68 salî dawiya heftê di dema beşdarî oparasyona li bakurê welat de bûyî birînda bûbû.

Ji ber birîna xwe ya giran îro jiyana xwe jidest da.

Itno welatê Çadê ku li naverasta Afrîka ye, nêzî 30 sale birêve dibir.

Herî dawî di hilbijartina 11’ê Nîsanê ya li welat de careke din biser ketibû.

Ya balkêş ewe ku piştî komisyona hilbijartinê serkeftina Deby ya bo serkomariyê ragihand bi çend saetan agahiya mirina wî hate belavkirin.

Bi guhertina qanuna li welat re serokomar Itno 2018’an rêya hibijartina xwe yaji bo 12 salên din vekiribû.

Li gorî plansaziya lîderê Çadê deshilata xwe heta 2033’an misoger kiribû.

Back to top button