Li kampa Holê 7 ciwanên ku destê wan di bûyera kuştina penaberekî Iraqî de heybûn, hatin girtin.
Li gorî ajansa Hawarê, piştî lêpirsîn û lêkolînên der barê bûyera kuştina penaberekî Iraqî de hêzên ewlekariyê 7 ciwan girtin.
Ciwanên ku hatine girtin destê wan di wê bûyerê de heye.
17’ê Nîsanê li kampa Holê penaberê Iraqî Îbrahîm Hisên El-Elî hatibû kuştin û 2 jin jî biîndar bibûn.
Bûyera kuştinê li sûka kampa Holê ya li beşa penaberên Iraqê ji aliyê kesên nenas ve pêk hatibû.
QSD’ê beriya çend rojan operasyona ”Ewlehî û Mirovî” ya li kampê bi dawî kirin.