YE: Li sînorê Ukrayna 150000 leşkerên Rûsya hene

Rûsya bê ku li gefên Ewropa û DYA guhdar bike, sînorê xwe yê bi Ukrayna re ji leşkeran tejî kiriye. YE ragihand ku li sînorê Kîevê 150 hezar leşkerên Rûsya hene.

Wezîrên Karên Derve yên YE diyarkirin ku wê ji bo yekparbûna xaka Ukrayna xebatên xwe yên dîplomasî hîn xurtir bikin.

Berpirsê Bilind yê Polîtîkaya Parastin û Karê Derve yê YE Josep Borrell doh piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên YE civînek çapemeniyê lidarxist.

Josep Borrell yê di heman demê de Cîgirê Seroka Komisyona YE ye têkildarî rewşa Ukrayna axivî.

Li sînorê Ukrayna 150 hezar leşkerên Rûsya hene. Rewşa lî sînor û sewqiyatên Moskova yên leşkerî ji bo herêmê fikaran zêde dike. Ev yek jî bi xwere wê bibe sedema ku aloziya heyî zêdetir bibe.

YE: Em ê xebatên xwe yên dîplomasî hîn xurtir bikin

Borrell ji ber tevgera Ukrayna ya bi pîvan sipasiya wê kir.

Peyama wezîran pir zelal bû. Ji bo careke din parastina yekparbûna xaka Ukraynayê, em ê xebatên xwe yên dîplomasî hîn xurtir bikin.

YE: Wê ti dîplomatên Rûsya dersînor nekîn

Alîkarê Serokê Komisyona YE dazanîn ku ti cezayên nû yê li dijî Moskova di rojeva wan de tineye û wê ti dîplomatên wê jî dersînor neke.

YE wê beşdarî civîna 23 Tebaxê ya ji bo Kirimê bibe.

Krîza navebra Kîev û Moskova ji 2014’an ve didome

Krîza navbera Kîev û Moskova ji 2014’an ve didome.

Li dijî Serokê wê demê yê Ukrayna Viktor Yanukoviç 2014’an xwepêşandan li seranserî welat pêk hat û ev yek weke şoreş hate ragihandin.

Viktor Yanukoviç şevekê bi helîkoptereke taybet ji paytexta Ukrayna Kîevê berê xwe da Rûsya.

Rûsyay ya ku ji vê rewşê sod girt, Kirim û Herêma Rojhilatê Ukrayna Donbas (Lugansk, Donetsk) xist bin kontrola xwe.

Ukrayna ku gelek windahiyên sivîl û leşkerî da, ev 7 sale careke din dixwaze xaka welat vegerîne.

Back to top button