Di navbera Şam û Beyrûtê redhejek bi pileya 3,3 çê bû.
Navenda netewî ya çavdêriya redhejê ya li Şamê ragihand ku îro saet yekê nîvro bidûratiya 115 Km’an li bakur rojavayê Şamê , redhejek çê bû.
Redhej bi pileya 3,3 û bikûrahiya 11 Km’an rû da
Di encama redhejê ti ziyan çê nebû.
Di 3’yê meha niha jî de li nêzî bajarê Laziqiyê redhejek bi pileya 4,7 çê bûbû.