Li Hesekê werşeya Lavîn rojane 500 çakêtên bijîşkî didrûn

wek însiyatîfek civakî werşeya Lavîn a li Hesekê rojane 500 cil û bergan ji bijîşk û hemşîreyan re bê pere didrûn.

Li aliyekî din jî çalakiyên civakî li herêmê bi pêşkêşkirina însiyatîfên mirovî yên bi hedefa piştevaniya tevahî çînên civakê, dewam in.

Di vê derbarê de werşeya Lavîn a li bajarê Hesekê ji bo bijîşk û hemşîreyan, çakêtên bijîşkî didrûn.

Werşeya Lavîn rojane ji bijîşk û xebatkarên tenduristiyê re 500 cil û bergan bê heq didirû.

Karkera bi navê Heyfa Hemo diyar kir ku wan ji dema berbelavbûna vîrûsa Cornayê li cîhanê dest bi vê însiyatîfê kirine û got:

Armanc ji vê însiyatîfê alîkariya bijîşk û nexweşxaneyan e, ev însiyatîf bê pere ye, rojane 500 çakêtên bijîşkî didirûn.

Heyfa da zanîn ku der barê dabînkirina caw de astengiyan dikişînin û hêvî kir ku di zûtirîn demê de caw ji wan re bê peydakirin.

Heyfa Hemo bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku derbasî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bibin û alîkariya şêniyan bikin.

Back to top button