Sebze çandina li ser ban ji bo jinên Şêxmeqsûdê wekî çandekê lê hatiye

Jinên taxa Şêxmeqsûd banên malên xwe veguherandine zeviyên çandiniyê.Armanca jinan ji vê yekê jî ew e ku li hemberî ambargoya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin û rewşa aborî ya zehmet bisekinin.FILM

Li bazarên Sûriyê bi giştî buhayên madeyan bilind e, ji ber ku lîreya sûrî li hemberî dolar bilind e.

Li gel vê rewşa debarê zehmet dibe, lê welatî bê çare neman û li ser banên malên xwe sebze çandin.

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê çanda çandina sebzeyan a li ser banên xaniyan ne çandeke nû ye.

Lê belê ji ber ku rewşa debarê zehmet bûye jin bi şêwazên cuda vê çandê didin meşandin.

Fatima Xelîl ya 50 salî ku endameke komînekê ye û yek ji dehan jinan ku li mala xwe sebzeyan diçîne.

Fatima dibêje ku insiyatîfa wê bersiva bihabûn û dorpêça li ser wan e.

Fatima Xelîl bang li jinan kir ku sebzeyan li malên xwe biçînin, da ku aloziya ji ber rewşa aborî çêbûye derbas bikin.

Back to top button