Çavdêra siyasî Nawreng Mihemed da zanîn ku statûya Kurdan ji ber nebûna yekitiya Kurdan lewaz bûye, divê biryar ji bin bandora pêşbaziya hizban were derxistin. Nawreng got ku pirsgirêka yekitiyê, bandorê li doza jinan jî dike.
Çavdêra siyasî Nawreng Mihemed, derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê, krîzên li pêşberî gelê Kurd, helwesta aliyên siyasî û bandora geşedanan a li ser jinan, axivî.
Nawreng Mihemed destnîşan kir ku ji ber nebûna helwesteke yekgirtî ya Kurdî, statûya Kurdan qels bûye û divê biryarên neteweyî ji bin bandora nakokiyên hizbî werin derxistin.
Nawreng diyarkir ku pirsgirêkên dîrokî yên civaka Kurd, xwe di nava doza jinê de jî didin der.
Nawreng Mihemed fikarên xwe yên li ser rewşa Başûrê Kurdistanê anî ziman û wiha got:
“Tevî destkeftiyên destûrî û siyasî yên ku hatine bidestxistin, aktîvnekirina parlamentoyê û nebûna hikûmeteke çalak, bûye sedema ji dest çûna gelek fersendên girîng.
Ev serdemeke dîrokî ye.
Lê mixabin, ji ber ku ev şert û merc nehatin bikaranîn, firsetên ketine destê me di xizmeta doza neteweyî û berjewendiyên giştî yên Kurdistanê de nehatin bikaranîn.”
Nawreng Mihemed diyar kir ku di vê rewşa metirsîdar de, barê giran dikeve ser milê partiyên siyasî û saziyên neteweyî.
Nawreng di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser doza jinê û diyar kir ku pirsgirêkên kûr û dîrokî yên civaka Kurd, di mijara jinê de bi awayekî berçav tên dîtin.
Nawreng Mihemed da zanîn ku hêzên siyasî û piraniya aliyan di bin sîwana îdeolojî û nêzîkatiyên xwe yên cuda de parve bûne.
Nawreng Mihemed destnîşan kir ku dirûşma “Jin, Jiyan Azadi” her çend di nava aliyên cuda de bûye sedema nêzîkbûn û yekîtiya fikrî jî, lê di pratîkê de di nava hinek derdoran de tenê wekî amûreke propagandayê an jî wekî mijareke mîzahî hatiye bikaranîn.
Nawreng Mihemed herî dawî jî got; “Her pêşkeftineke rasteqîn tenê bi rêya diyalog, rûniştin û nîqaşên cidî yên li ser pirsgirêkên bingehîn dikare pêk bibe.”



