Li Girkê Legê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê destpêkir

Bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dikin.
Pêkhateyên herêmê di daxwaza naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo de bi israr in û rojane çalakiyên li dar dixin.
Piştî çalakiya greve birçîbûnê ya li Dêrikê îro li Girkê Legê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkrin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşma “Em berxwedana girtîgehan silav dikin û bi ruh û nirxên şehîdan Rêbertiya xwe azad bikin” destpê kiriye.

Çalakî îro di saet 9’ê sibê de bi beşdariya xelkê Til Koçer, Çilaxa destpêkir.

Wê çalakî du rojan berdewam bike.

Hêjayê bibîrxistinê ye di 10 û 11’ê mehê li Dêrikê jî bi heman armanê çalakiya greva birçîbûnê pêkhat û doh bi dawî bû.

Back to top button