Ev 49 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

PDK’ê sûcên xwe yên li dijî rojnamevanan berdewam dike.
Ev 49 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê bi Silêman re bikin.

Rojnamevanê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin, 49 rojin agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe guman û xeterî li ser jiyana Silêman zêde dibe.

Piştî windabûna wî, asayîşa PDK’ê bi daxuyaniyek ne rast, gefa cezakirinê li Silêman kir.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, diyar kir PDK’ê rê nade ku xwe bighînin Silêman û rewşa wî zanibin.

Rojnemevan Silêman Ehmed ev 48 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button