Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê di roja 2. de bi dawî bû

Çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne lidarxistin dewam dikin.
Pêkhateyên herêmê di daxwaza naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo de bi israr in û rojane çalakiyên li dar dixin.
Çalakiyê greva birçîbûnê ya li Dêrikê di roja 2. de bi banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo bi dawî bû.
Dayikên gerîlayan ên li Helebê jî bi daxuyaniyekê çalakiya girtiyên zindanan silav kirin.

Bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku duh li Dêrikê bi dirûşma “Em berxwedana girtîgehan silav dikin û bi ruh û nirxên şehîdan Rêbertiya xwe azad bikin” destpê kiribû di roja 2. de bi dawî bû.

Îro şêniyên bajar û gundewarên Dêrikê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Li wir hate diyarkirin ku wê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin û wiha hate gotin:

Wê ti kes nikaribe me ji têkoşînê bide alî.

Em tecrîd, cezayên dîsplînê yên li ser Rêber Apo şermezar dikin û dixwazin demildest rewşa wî ya tenduristî nas bikin.

Em ê li hember êrişên û planên qirkirinê û li dijî tecrîdê berxwedan û têkoşînê geştir bikin.”

Her wiha ndamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Enes Îdan helbestek li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di avakirina civakeke azad de pêşkêş kir.

Heleb-Dayikên gerîlayan ji bo Rêber Apo daxuyanî dan

Bi heman armancê bi dehan dayikên gerîlayan ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî daxuyaniyek dan.

Dayîkan îşaret bi zexta hêzên hegemon yên ji bo qutkirina têkliya Rêber Apo ya bi gel re kirin û wiha gotin:

Dewletên komploger bi qutkirina têkiliyan di navbera Rêber Apo û derve de hewl dide zextê li Rêbertî bike da ku dest ji dozên xwe berde.”

Dayikên Gerîla pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Apo û berxwedana grava birçîbûnê ya girtiyên zindana silav kir û ev peyam dan:

“Em ê çalakiyên aştiyane heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin.”

Back to top button