Li herêma Firatê ji bo şehîd Ciwan Kobanê û Sîpan Avareş merasîmên girseyî

Li Herêma Firat û Cizîrê merasîmên cangoriyên azadiyê hebûn.
Li Kobanê ê şervanê QSD’ê Ciwan Kobanê û Şedadê jî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Necim El Hesen hatin oxirkirin.

Şêniyên herêma Firatê ji bo oxirkirina şervanê QSD’ê şehîd Akîf Ehmed binasnav Ciwan Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle kom bûn.

Her wiha di merasîmê de, şehîd Xeyrî Heyder binasnav Sîpan Avareş ku 15’ê Sibata 2012’an şehîd bûbû, hate bibîranîn.

Hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştî axaftinan wesîqaya şahadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Paşê cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de hate oxirkirin.

Şêniyên Şedadê şehîd Necim El Hesen oxir kirin

Li herêma Cizîrê jî merasîmê şehîd Necim Hemadî El Hesen hebû.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Necim 8’ê Kanûnê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê merasîmê oxirkirina şehîd li goristana navçeyê bi rêxistin kir.

Kesên di merasîmê de axivîn soza şopandina xeta şehîdan dan û bang li tevahî ciwanan kirin ku xaka xwe biparêzin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenaze ji aliyê girseyê ve hate oxirkirin.

Back to top button