Pirsgirêka ava Hesekê

Stasyona Elok li gundê Elok ê rojhilatê Serêkaniyê ya dagirkirî ye. Stasyona yekane ya ku avê dide Hesekê û navçeyên wê. Piştî ku bajar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, dagirkeriya Tirk stasyon wek çekeke nû li dijî gelê herêmê bi kar anî û peymanên navneteweyî binpê kir. Ji ber vê 5 navçe, 25 tax, zêdetirî 422 gund û 3 kamp bê av in.

Kantona Hesekê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye.

6 navçe; Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Şedadê, Hol û Serêkaniya dagirkirî girêdayî wê ne.

Navenda bajêr ji 4 navçeyan pêk tê. Li bajêr, 25 tax heye.

Nêzî milyonek kes li navenda bajêr dimîne.

Tevî xelkê li gundewar û kampan hejmara wan digihêje zêdetirî milyonek û 500 hezar kesan.

Li derdora bajêr 3 kampên koçberên Weşûkanî, Serêkaniyê û Erîşa hene.

Hejmara niştecihên wê zêdetirî 50 hezar kes dimîne.

Sedemên aloziya avê vedigerin dawiya 2019’an dema ku Serêkaniyê û stasyona Elok hatin dagir kirin.

Wê wek kaxizeke zexta siyasî li dijî gelê herêmê bi kar anî.

Dagirkeriya Tirkiyê li ser asta dirêj, zêdetirî 36 caran av ji ser herêmê qut kir.

Şêniyên kantona Hesekê ji ber qutbûna avê, li gel pileyên germahiyê ji ber aloziyeke avê ya tengav, dijîn.

Avê ji sahrîcan bi buhayên cuda dikirin. Avê ji depoyên li kolanan hatine danîn, heftê carekê dibin.

Rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û hêzên garantor jî bêdeng in.

Back to top button