HRE’ê li Marê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist.
Di encamê de leşkerek Tirk hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Di roja 6’ê Cotmehê de, li bajaroka Marê, hêzên me li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet li dar xistin.
Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin û 2 leşker jî birindar bûn.”
Beriya 2 rojan HRE’ê li dijî baregeha dagirkeriya Tirk ya li Ezazê çalakiyek pêk anî.
Di çalakiyê de, 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
HRE’yê bersiva êrişan da: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin