KNK’ê bîrnameyek pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir

Şandeya KNK’ê bîrnameyek pêşkêşî parlamenterên Parlamentoya Iraqê kirin.
Di bîrnameyê de hate daxwazkirin carek din qada hewayî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê neyê binpêkirin.
Her wiha tekildarî êrişê Serokê Franksiyona YNK’ê Herêm Kemal axa jî ragihand li gor rapora ku gihiştiye destê wan, bombeya teqiyaye ji aliyê Tirkiyê ve tê çekirin.

Bi armanca nerazîbûna li dijî êrişan Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Silêmaniyê kir

Di civînê de şandeyê bîrnameyek pêşkêşî parlamenterên Parlamentoya Iraqê kirin.

Di bîrnameyê de du daxwazên sereke ji parlamentoya Iraqê hate kirin.

“Bila êriş di çarçoveya ku li ser serweriya Iraqê hatiye kirin were dîtin”

Ya yekem qada hewayî ya Tirkiyeyê ji geştên Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re were vekirin

Û ya duyem êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, di çarçoveya ku êriş li ser serweriya Iraqê hatiye kirin were dîtin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê şandeya KNK’ê Şêrko Heme Emîn ragihand ku daxwazkirine carek din qada hewayî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê neyê binpêkirin.

YNK: Mazlûm Edî mêvanê hêzên hevpeyman bû û Tirkiye jî, ji vê agahdar bû

Li aliyê din Serokê Fraksiyona YNK Herêm Kemal Axa derbarê êrişê de axivî.

Kemal Axa ragihand ku Hêzên Hevpeyman ji beriya serdanê Tirkiye û Iraqê derbarê civîna navbera berpirsên Hêzên QSD, Emerîkayê û YNK’ê ya li parêzgeha Silêmaniyê agahdar kiribû

Herêm Kemal Axa: Tişta ku Tirkiye dike ji bo hilbijartinan e

Kemal Axa diyar kir Mazlûm Ebdî mêvanê Hêzên Hevpeyman bû û got: “Hêzên Hevpeyman di derbarê hatin û çûyînê de jî Tirkiyê agahdarkiribû.

Li aliyê din peywendiyên QSD’ê li gel Iraqê heye.

Tişta ku Tirkiye dike, beşek ji şerê hilbijartinê ye, ne tiştek din e.”

Herêm Kemal Axa: Di raporê de derket ku Tirkiye van bombeyan çêdike

Herêm Kemal Axa herî dawî eşkere kir ku li gor rapora ku gihiştiye destê wan, bombeya teqiyaye diyar e û kargeha ku wê çêkiriye jî heye,

Di raporê de derketiye holê ku Tirkiye van bombeyan çêdike ku li gorî radarên balefirgehên Kerkûk û Silêmaniyê, ti guman nîne.

Back to top button