Êrişa li ser Balfirgeha Silêmaniyê

Beriya 3 rojan dewleta Tirk balafirgeha Silêmaniyê rawestand.
Piştî vê bi sê rojan duh li dijî Balafirxaneya Silêmaniyê êrişek pêk hat.
Hinek nûçe hatin belavkirin ku Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî li Silêmaniyê hatiye armancgirtin.
QSD’ê bi daxwiyaniyekê raghand ku ev idîa ne rastin.
Serokatiya Iraqê jî diyar kir ku Tirkiyê serweriya Iraqê binpêdike.
Daxwiyaniyên ku derketin jî ev êriş şermezarkirin.

Di 5’ê Nîsanê de Dewleta Tirk geştên hewayê yên Balafirxaneya Silêmaniyê ji bo Tirkiyê rawestandin.

Duh jî li dijî balafirxaneyê êrişek pêk hat.

Piştî vê li ser medya nêzîkî PDK’ê û Tirkiyê hat belavkirin ku li Silêmaniyê Fermandarê QSD’ê hatiye hedefgirttin.

Berdevkê CENTCOM Joe Buccino ji bo heman mijarê piştraskir ku li Silêmaniyê êrişek li dijî konvoyekê çêbûye.

Joe Buccino eşkere kir ku di vê konvoyê de pirsonelên wan yên leşkerî hebûn û ti zirarên canî çênebûne.

Li vir Berdevkê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Cotyar Adil ê PDK yî jî daxwiyaniyeke ku van êrişan rawa dike da û got:

Êriş cihê gumanye û balfirgeh ji bo tiştên ne rewa tên bikaranîn.

“Cotyar Adil ne berdevkê Hikumetê ye ew berdevkê Partiyekê ye”

Li dijî vê daxwiyaniyê Cîgirê Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Qubat Telebanî eşkere kir

Ku Cotyar Adil ne berdevkê Hikumetê ye ew berdevkê Partiyekê ye.

Bafil Talebanî: Xirabkirina aramiya Silêmaniyê xeta sor e

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî daxuyaniyek belav kir û got:

“Ev êriş cihê şermê ye ..

Bi vê êrişî hewl dan aramiya Silêmaniyê xira bikin ,lê aramiya Silêmaniyê xeta sor e.

Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”

Tevgera Azadî: Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin

Tevgera Azadî jî bi heman armancê dibêje:

“Erdogan ji tirsa têkçûna xwe di hilbijartinên îsal de berê xwe dide kiryarên metirsîdar”

Serokomarê Iraqê: Divê dewleta Tirk lêborîna fermî bixweze

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ji dewleta Tirk xwest ku lêborînê bixwaze.

Iraq: Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike

Serokatiya Iraqê jî destnîşan kir ku Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike ..

Divê Tirkiyê lêborînek fermî pêşkêş bike..

“Em hewla xirabkirina ewlehiya Silêmaniyê şermezar dikin”

Serokê Hevbendiya Fetih Hadî El Amirî jî got, ev êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye..

Cîgirê yekemîn ê serokê Meclisa Nûneran Muhsin El Mendelawî da zanîn ku em hewla tevlihevkirina ewlehiya Silêmaniyê şermezar dikin.

Tevgera Babiliyûn jî bi heman ermancê daxwiyaniyek da û got:

“Em her karekî derveyî qanûn û vîna gel ku ewlehî û îstîqrara li Silêmaniyê û welatê me dike hedef, bi fikar in.”

Berpirsê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir..

Back to top button