QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê li Reqayê şehîd bû

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku yek ji fermandarên QSD’ê Sîham Mislim, di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Reqayê, şehîd bûye. QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji fermandarên QSD’ê Sîham Mislim (Mizgîn Kobanê) di 2’yê Tîrmehê de li Reqayê, di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku jina bi vîn û hêz napejirîne, her jineke ku di şoreşa Rojava de cih digire, dikin hedef û wiha dewam kir:

“Di pêvajoya dawî de bi van êrişên xwe yên ku bi taybet jinan dikin hedef dijminahiya xwe ya ji jina azad re careke din nîşan didin.

Weke hêzên parastina Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em ê li hember van gef û êrişan bê deng nemînin û ji biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê paş de gav neavêjin.”

QSD’ê derbarê êrîşê de ev agahî dan:

“Di 2’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqa bi balafireke bêmirov êrişî erebeyekê kir.

Di vê buyerê de fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn.”

QSD’ê li ser jiyan û têkoşîna şehîd Mizgîn ev tişt gotin:

“Fermandar Mizgin ku li Kobanê bi rihê berxwedana azadiyê gavên şoreşgeriyê daivêje di hemû jiyana xwe de bi bîr û baweriya jiyana birûmet ku ti caran serî ji dagirkeran re natewîne hest û mêjiyê xwe mezin dike û di xeta jina azad de dibe sembola jina berxwdêr.

Ezmûnên ku li şerê Helebê girtibû di hemû qadên ku tê de cih girtin bi hevrê û şervanên xwe re parve kir û li hember ferasetên dagirkeran ku her roj jinên şoreşger û têkoşer dixe hedef, sekna jina têkoşer raber kir. ”

QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re û şifa ji birîndaran re xwest û soza şopandin û dewamkirina kar û xebatên şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

  • Nav û Paşnav: Siham Mislim
  • Navê tevgerî: Mizgîn Kobanê
  • Navê Dayik: Emîne
  • Navê Bav: Ehmed
  • Cihê ji Dayikbûnê: 1990-Kobanê
  • Cih û Dîroka şehadetê: Reqa-02.07.2022.”
Back to top button