Almanya bi alên YPG û YPJ’ê hatin xemilandin. Di demekê ku şefê rêjîma Tirk hewl dide hêza parastina Rojava terorîze bike, ji Almanya piştevaniyek bi hêz û wate hate dayîn. Di festîvala Fusion a li bakurrojhilatê Almanya de 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Piştş 2 salan ji qedexekirinê, doh festîvala Larz li eyaleta Mecklenburg (Meklenburg) a Almanyayê careke din hate lidarxistin.
Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava mora xwe li festîvalê da.
Li gorî organîzatoran derdora 70 hezar kes beşdarî festîvala muzîk û çandê bûn.
Bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin.
Kampanya silavkirina şoreşa Rojava, bi piştevaniya komên xwecihî yên ji Almanya, Awustralya û tifaqa çepgiran hat lidarxistin.
Rêxistinan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku Şoreşa Rojava bi têkoşîan xwe ya li dijî DAIŞ û Tirkiye hebûna xwe nîşan dan û ev peyam ji bo şervanên YPG û YPJ’ê şandin:
Bi saya têkoşîna we, ji bo cîhaneke nû em bûn xwedî hêvî. Ji ber vê çendê em mînetdarê we ne.
25 sanî dimenê şahiyê biherikînin… û bila alên YPG û YPJ baş derbikevin