QSD: Agahiyên derbarê armangirtina Fermandar Mezlûm Ebdî ne rastin

Duh hineke nûçe hatin belavkirin dihat idîakirin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî hatiye armancgirtin.
QSD’ê bi daxwiyaniyekê raghand ku ev idîa ne rastin.

Derbarê mijarê Navenda Raghandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxwiyaniyek da.

QSD’di daxwiyaniyê de ev agahî parve kirin:

“Hemû nûçeyên ku idia dikin Fermanadarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in.

Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye.

Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Back to top button