Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin

Yekîneya Avê ya Tebqayê amadekirina stasyona avê bi dawî kir.
Hefteya bê wê stasyon were ceribandin û piştre bikeve xizmetê.

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El Şêx derbarê mijarê de axivî û got:

“Ev stasyon di 3 mehan de hat avakirin ..

Di hefteya bê de ew ê dest bi karê tecrubeyî bike, piştre dê av ji bo gundan bê berdan.

Stasyon li vir hat avakirin ji ber ku rêjeya avê li kenalê aram e..

Ne wek rêjeya avê ya gola bendava Firatê ye.”

El Şêx destnîşan kir ku stasyona nû dê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê bi temamî çareser bike.

Hêjayî bibêrxistinê ye ku Yekîneya Avê ya Tebqayê xebatên xwe didomînin ..

7 tûrbînên avê guherandin û pirsgirêkên li 2 stasyonên ku av didan 9 taxan çareser kirin.

Back to top button