Şêniyên Dêrazorê di çalakiya konvedanê ya li Eyn Îsayê piştgiriya xwe ya bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman û gotin ew dagirkeriya Tirk bi tu awayan qebûl nakin.
Çalakiya konvedanê a li navçeya Eyn Îsayê di roja xwe ya 5’an de didome.
Li gel şêniyên navçeyê Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî şêniyên Dêrazorê beşdarî çalakiyê bûn.
Şêniyên Dêrazorê bi hildana pankertên bi nivîsên “Em peymanên ku pêşeroja me dixe xeteriyê red dikin”, ” Erdogan kujer e”, “Erê ji yekitiya gel û axa Sûriyê re” û alên QSD`ê û wêneyên şehîdan herikîn bin kon.
Di çalakiyê de li ser navê meclis û saziyan axaftina hate kirin..
Di axaftinan de sûcên ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li bakurê Sûriyê kirine hatin şermezar kirin.
Kesên axivîn piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bi tu awayî dagirkeriya dewleta Tirk a li heremê qebûl nakin.