Rûsya: Hevkariya me ya bi NATO’yê re sekinî ye

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu tekez kir ku têkiliyên Rûsya û NATO`yê ber bi xirabbûnê ve diçin û hevkariya her du aliyan sekinî ye.

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê di bernameya televîzyonekê de derbarê mijarê de axivî û weha got:
“Ne tenê her tişt sekinî ye, lê belê her sal rewş xirabtir dibe.”

Li ser pirsa ‘çima têkiliyên Rûsya û NATO`yê li ber ketinê ne?’ Şoygu ev bersiv da:

“Berî 5 salan hevkariyeke me ya pir xurt bi Brukselê re hebû.

Nûnerê Rûsyayê jî li gel NATO`yê heye. Lê îro ev hevkar bi Emerîkayê re ji peyman û lihevkirinan vedikişin.

Qada ewlehiyê jî her ku diçe tengtir dibe.”

Ji ber NATO’yê di civîna xwe ya dawî de asta lêçûnên xwe yê leşkerî zêde kiribû, Rusyayê metirsiya xwe ya der barê vê de anîbû ziman.

Her weha Rusyayê, plana NATO’yê ku ji bo parastina dewletên Baltik amade kiriye jî li dijî berjewendiyên xwe dibîne.

Tirkiye jî gotibû heta NATO’yê YPG nexe lîsteya terorê ew ê plana Baltik erê nekin û bi vê yekê xwestibû vê asteng bike.

Leave a Reply

Back to top button