Lîderê Partiya muxalefet yê Koreya Başûr ku rastî êrişê hat ji nexweşaneyê derket

Lîderê sereke yê muxalefeta Partiya Demokrat a Koreya Başûr Lee Jae-myung, sêşema borî rastî êrişa kêr hatibû.
Lee Jae-myung, ku ji stûyê xwe hat kêrkirin, piştî ji nexweşxaneyê derket banga bidawîkirina siyaseta nefretê ya li welêt kir.
Lêê got: Divê êrîşa li ser wî bibe xala veguherînê û xwest dawî li “polîtîkaya nefretê” bê anîn.

Li Koreya Başûr di van salên dawî de gelek siyasetmedarên payebilind rastî êrişan tên.

Lîderê sereke yê muxalefeta Partiya Demokrat a Koreya Başûr Lee Jae-myung, sêşema borî li bajarê benderê Busan rastî êrişa kêrê hat.

Lee Jae-myung yê ji stûyê xwe birîndar bibû ji aliyê kesekî ku xwe weke alîgirê siyasî nîşan dide rastî êrîşê hat.

Piştî êrişê, lîderê muxalefetê yê Koreya Başûr rakiribûn nexweşxaneyê û êrîşkar hatibû binçavkirin.

Lee Jae-myung banga bidawîkirina siyaseta nefretê ya li welêt kir

Lee Jae-myung yê piştî heşt rojan ji nexweşaneyê derket banga bidawîkirina siyaseta nefretê ya li welêt kir.

Siyasetmedarê Koreya Başûr ê 60-salî dema ku ew ji Nexweşxaneya Zanîngeha Neteweyî ya Seulê derket got;

Divê êrîşa li ser wî bibe xala veguherînê û xwest dawî li “polîtîkaya nefretê” bê anîn.

Lee hevî kir ku ev bûyer ji bo ji nû ve avakirina polîtîkaya bihevrejiyana bi rêzdarî bibe xala veguherînê û ew ê jî bo vê hewl bide.

Êrişkar kesekî 66 salî ye û zehmetiyên aborî dikişîne

Li gorî ajansa nûçeyan a Koreya Başûr Yonha, gumanbarê ku êrişî Lee kir, kesekî 66-salî ye ku zehmetiyên aborî dikişîne.

Polîsên Busanê, ku li ser êrîşê lêkolînê dike, tê payîn ku agahiyên ku bi dest xistine piştî roja Çarşemê eşkere bikin.

Li Koreya Başûr di van salên dawî de gelek siyasetmedarên payebilind rastî êrîşan hatin.

Di sala 2022-an de, jineke temen mezin li dijî Song Young-gil ku beriya Lêê pêşengiya Partiya Demokrat dikir, êrişek pêkanîbû.

Di sala 2006 de jî, seroka partiya muhafezekar û paşê bû serokkomar Park Geun-hye, di dema mîtîngekê de rastî êrişa bi kêr hatibû.

Back to top button