Li Japonyayê hejmara kesên di erdhejê de mirin bû 203

Ji ber erdheja ku li Eyaleta Îşîkava ya Japonyayê ku rû dayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 203’an.

Li Eyaleta Îşîkava ya Japonyayê 1’ê Çile yek jê bi pileya 7,6 gelek erdhej pêk hatibûn.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Îşîkava hejmara miriyan ya ji ber erdehejan derketa 203 kesan.

Di daxuyaniyê de tê gotin, li 22 herêmên cuda yên eyaletê 26 hezar kes li deverên derketinê bi cih bûne û ji ber riyên ku hatine girtin 3 hezar û 100 kes asê mane.

Her wiha hat ragihandin 566 kesên ku di erdehejê de birîndar bûne tên derman kirin û lêgerîna ji bo dîtina 68 kesên ku winda bûne jî dewam dike.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Kihara Minoru jî ragihand ku 6 hezar 300 endamên hêzên parastinê beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê bûne.

Hejmara windahiyên erdhêja Japonyayê gihişt 202’yan

Back to top button