Li Enbarê, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Iraqê, di operesyonekê de, di nav de serçeteyekî DAIŞ’ê, 2 çete hatin kuştin.

Fermandarê hêzên Enbar Nasir El-Xanim ragihand ku hêzên wan li çolistanna El-Retba الرطبة li rojavayê Iraqê operasyoneke leşkerî pêk anîn.

Li gorî Fermandarê hêzên Enbarê, di encama operasyonê de, serçeteyek di nav de, 2 DAIŞ’î hatin kuştin.

Duh jî, hêzên Iraqê diyar kiribûn ku li Mûsilê, 7 çeteyên DAIŞê ku amedekariya êrîşekê dikirin, hatibûn girtin.

Back to top button