Li Yemenê bi dehan komên Hûsî hatin kuştin û 5 hezar bombe hatin bêbandorkirin

Artêşa Yemenî bi hevkariya Koalîsyona Erebî kuştina bi dehan ji Hûsiyan, ragihand.

Artêşa Yemenî da xuyand ku Koalîsyona Erabî rêz-mûşek li ser cihê Hûsiyan li Mearabê barand.

Li gorî artêşê, bi dehan Hûsî hatin kuştin û alavên wan yên leşkerî hatin wêrankirin.

Li rojhilatê parêzgeha Hudeyda jî, di encama oprasiyonên leşkerî de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Her wiha tîmên endeziyariya artêşê, 5 hezar bombeyên ku Hûsiyan li parêzgeha Hica çandibûn, bê bandor kirin.

Li aliyekî din Koalîsyona Erebî bi daxuyaniyekê da zanîn ku, dronek bombekirî ku Hûsî ber bi Erebistan Siudiyê ve avêt bû, hat bêbandorkirin.

Back to top button