NY namzetên ji bo encumena serokatî û serokwezîrtiyê eşkere kir

Şandeya NY li Lîbyayê lîsteya namzetên ji bo encumena serokatî û serokwezîrtiyê ragihand.
Li ser banga nûnera NY Stephanie Williams îro rûniştineke diyalogê ya online der barê êş û janên Lîbiyan de li dar bikeve.
Artêşa Nîştimanî jî da xuyakirin ku çeteyên li Lîbyayê hemwextî pêşveçûna siyasî, çalak bûne.

Şandeya NY li Lîbyayê piştî bidawîbûna dema girtina namzetan ji bo kursiyên desthilata cibicîker, bi daxuyaniyekê lîsteya navên namzetan ji bo encumena serokatî û erka serokwezîrtiyê ragihand.

Şandeyê da zanîn ku hemû namzetan, soz daye ku rêza nexşerêya Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya Lîbî der barê lidarxistina hilbijartinên nîştimanî de, bigire.

Şandeyê her wiha destnîşan kir ku divê namzetbûna namzetên desthilata leşkerî yan jî dadweriyê, digel zagon û pergalên Lîbyayê, guncav be.

Şandeyê diyar kir ew ê li Siwîsreyê ji 1 heya 5 Sibatê civînekê bo Dîdargeha Diyaloga Siyasî li dar bixe, da dengdanê li ser desthilata cîbicîker a yekbûyî ya demkî ya nû bike.

Şandeya NY Pêncşema borî deriyê namzetbûna bo endamtiya desthilata cîbicîker heya pêkhatina hilbijartinên nîştimanî, girt.

Li ser banga nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY Stephanie Williams, îro rûniştineke diyalogê ya online der barê êş û janên Lîbiyan de li dar bikeve

Di rûniştinê de, dê pirs li ser xemên welatiyan ji namzetan bên kirin, da ku piştre bên nîqaşkirin.

Hemwextî bipêşveçûna pêvajoya siyasî ya ku NY serpereştiya wê dike, tempoya çalakiyên çete û çekdarên li Lîbyayê bilind bûye.

Artêşa Nîştimanî: Çeteyên tundrew çalak bûne û nûçeyên derew belav dikin

Artêşa Nîştimanî da xuyakirin ku di rojên dawî de, çeteyên tundrew bi her awayî çalak bûne û nûçeyên derew û gotegotên arîner bi armanca tirsandin û têkbirina gavên çareseriyê, belav dikin.

Artêşê got:

“Li bajarê Sirtê belavokên bi zimanê Erebî û Rûsî hatin dîtin.

Di naverokê de, gefên çeteyên “Fagner” û sûcên ku kirine, hebûn.”

Tevî ku diyalogên aliyên Lîbî pêşketinan tomar dike jî, li bal gelek Lîbiyan tirs heye ku milmilanî li ser girtina erk û kursiyan derkeve holê ku bibe sedema rûdana şer û pevçûnan û careke din, agirbesta ragihandî bê binpêkirin.

Back to top button