Sala borî zêdetirî 6 hezar koçber ku berê xwe didina Spanyayê winda bûn

Rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras ragihand ku di sala 2023’yan de herî kêm 6 hezar û 618 koçber dema hewl didan xwe bigihînin Spanyayê yan mirin an jî winda bûn.
Li gorî daneyên hikûmeta Spanyayê, hejmara koçberên ku dereqanûnî hatine Spanyayê di sala 2023’yan de du qat zêde bûye û bûye 56 hezar û 852.

Koordînatora Caminando Fronteras Helena Maleno destnîşan kir ku mirina koçberan di sala 2023’yan de li gorî sala borî hema hema sê caran zêde bûye.

Maleno da zanîn ku rojê 18 koçber, di sala borî de herî kêm 6 hezar û 618 koçber mirine yan jî winda bûne.

Maleno diyar kir ku li gorî sala 2022’an ji sedî 177 zêde bûye.

Maleno anî ziman ku dema ku wan dest bi tomarkirina hejmara koçberan kiriye, saziyên sivîl vê hejmarê wekî “hejmara herî bilind” tomarkirine.

Maleno, “kêmbûna çavkaniyan” yên ji bo tîmên rizgarkirinê li deryayê rexne kir.

Li gorî raporeke saziyên sivîl yê ku par hat weşandin, di navbera 2018 û 2022’yan de 11 hezar û 200 koçber dema ku dixwestin xwe bigihînin Spanyayê mirin an jî winda bûn; ev jî wateya rojane şeş koçberan.

Ev zêdebûna trajediyên koçberiyê bi ketina Giravên Kanaryayê hate diyarkirin.

Hejmara koçberên derqanûnî ku hatine spanyayê 56 hezar û 852 ye

Li gorî daneyên hikûmeta Spanyayê, hejmara koçberên ku dereqanûnî hatine Spanyayê di sala 2023’yan de du qat zêde bûye û bûye 56 hezar û 852.

Camînando Fronteras diyar kir ku di nava koçberên par jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne de 363 jin û 384 zarok hene.

Hat diyarkirin ku piraniya windayan li ser rêya koçberiyê ya gelekî xeternak a di navbera peravên bakurê Rojavayê Afrîkayê û Giravên Kanarya yên Spanyayê ku li Okyanûsa Atlantîkê ne de rû dane.

Li gorî saziyên sivîl, 3 hezar û 176 ji wan koçberên ku ji peravên Senegalê derketin rê, dema dixwestin xwe bigihînin Spanyayê winda bûn.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) da zanîn ku di sala borî de 914 kesên di rêya koçberiyê ya ber bi Giravên Kanaryayê de winda bûne

Her wiha di navbera Fas an Cezayîr û Spanyayê de 333 windayî tespît kirine.

Back to top button